Kargeha Çîrokê | Li Derve
Kargehên 2022'an yên Wejegeh Amedê bi temaya Li Derve dest pê dikin!
Kargeha Çîrokê ya Li Derve wê bi birêvebirîya Sîdar Jîr di roja 23’yê Rêbendana 2022’yan de dest pê bike. Xebata kargehê wê her roja yekşemê piştî nîvro di navbera saet 2:00-4:00’an de bê kirin. Bi giştî, dema çalakîya kargehê 6 hefteyan e û pênç çalakîyên pêşî wê li hêwana çalakîyê ya Wêjegeh Amedê û yek jê jî wê bi awayekî online bê kirin. Di kargehê de armanc ew e ku beşdar çîrokeke tematîk binivîsin. Hûn dikarin bi tijekirina forma serîlêdanê ya di profîlê de beşdarî kargehê bibin. Hejmara beşdaran bi 25 kesan hatiye sînordarkirin.