Kargeha Nivîskariya Afirîner, ji hewldana hînkirina nivîskariyê zêdetir, ji kartêkerî û veguherkarîya wêjeyê dide ser rê û di xebat û çalakiyên xwe de, li ser perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî li xwe dike armanc.
Di vê çarçoveyê de, Kargeha Nivîskariya Afirîner, zaravaya kurmancî wekî zimanê kargehê qebûl dike û di pratîka xwe de; digel ku xwe ji nirxên estetîkî yên şêweyên vegotinê yên li çarmedora dinyayê berbelav in û hatine qebûlkirin nade alî, pê re jî hewla afirandina vegotinên li ser hîma çand û taybetiyên zimanî dide.
Di çarçoveya vê hewldayînê de, Kargeha Nivîskariya Afirîner; bîra (hafizeya) ferdî û kollektîf wekî zemîna sereke qebûl dike û li ser dîtina “her afiranek wêjeyî di heman demê de, nexş û motîfeke bîr û hafizeya neteweyî ye” dixwaze qadeke taybet ji bo “bîra çandî” peyde bike.
1- Kargeha "Nivîskariya Afirîner” a yekem ku dê di 23yê Îlona 2023yan de dest pê bike, dê 6 hefteyan bidome.
2- Her hefte (dawiya hefteyê, 2 roj û her roj 2 saet) dê bi beşdariya nivîskarekî/ê bê lidarxistin.
3- Ji dersên diyarkirî yek jê dê online be û yên din dê rûbirû bin.
4- Kargeh dê bi zaravaya kurmancî be.
5- Kesên tevli kargehê bibin divê di warê nivîsandin û xwendina bi kurdî de serwext bin.
6- Kargeh bi 30 kesî sînordarkirî ye. Ger hejmara serlêderan ji 30 kesî zêdetir be, dê kesên din ji bo kargeha duyemîn bên tomarkirin.
7- Kargeha "Nivîskariya Afirîner" a yekem dê li Amedê bê lidarxistin. Paşê dê bê navber bi dorê li Batman, Mêrdîn û Wanê bê lidarxistin.
8- Dê di dawiya kargehê de "belgeya beşdarbûyînê" bê dayîn.
9- Ji serlêderan ên du hefteyan beşdarî kargehê nebin, dê nikaribin "belgeya beşdarbûyînê" wergirin.
10- Piştî serîlêdan temam bûn, dê ji bo beşdaran koma WhatsAppê bê avakirin.