Birêz Sevahîr Bayindir û Birêz Hanîn Zu’bî

Ji ber ku li cografyayên cihêrenk hûn bi şidet û cudakeriyeke bi heman rengî ve rû bi rû man, me xwest em ji we her duyan re jî nameyek hevpar binivîsin. Tiştên ku hatin serê we, ligel ku aqil qebûl nakin, li vê cihanê ku nîjadperestî û zayendperestî normal tên dîtin, mixabin ketin rojeva hindek mirovan. Beriya her tiştî, ji ber giraniya tiştên ku hûn dûçar man û tijebûna rojeva we, em fikirîn ku dibe ku haya we ji hev û din tune be. Ji ber vê yekê me xwest em bi vê nameya kurt heta ku ji destê me tê bikin ku hûn hev û din nas bikin.

Hanîn Zu’bî mebûsa yekta ya ereb û jin e li Parlamentoya Îsraîlê yanê li Knessetê. Di hilbijartina 2009’an de ji Partiya Balad a erebên li Îsraîlê ket Meclîsê. Zu’bî ku îrtîbata wê bi grubên jinên ku li dijî şer çalakiyên navneteweyî li dar dixin re heye, herî dawî, beşdarî Fîloya Azadiyê bû û destek da berxwedana navneteweyî ya ku li dijî ablûkaya Îsraîlê ya li ser Gazeyê xurt dibe. Dema ku leşkerên Îsraîlê êrîş kirin, ew li Mavî Marmarayê bû. Zû’bî pîştî ku ji keştiyê hat daxistin, hat girtin û bi kefaletê serbest hat berdan, lê belê cezaya pênc roj hepsa malê û çil û pênc roj qedexeya derketina derveyê welêt lê hat birîn. Di rûniştina Parlamentoyê de, dema ku ew buyerên li keştiyê qewimîn vedigot, ji aliyên çend mebûsan ve bi dirûşmên “Xayînê welêt, biçe Gazeyê!” hate protestokirin, ji aliyên mebûsên din ve jî bi awayeke aşkera hat pincirandin. Di civîna 7’ê pûşperê ya Knessetê de, di bin qîrewîrên biçûkxistinên zayendperest ên hin mebûsan de, mafê wê yê bêrîtiyê ku mebûsî dida wê, ji ser wê hat rakirin. Wezîrê Karên Hundirîn Eliyahu Yişai hewl dide ku Zu’bî ji hemwelatîbûnê bên derxistin. Zu’bî li meclîsa miletê ku ew yek ji endamên wê ye, dûçarî êrîşeke nîjadperest û zayendperest bû. Knesset li hember şideta hîsî û fîzîki ya li dijî endameke wê ya jin, ku di bin banê wê de qewimî, bêdeng ma; gelek mebûs jî bi awayeke rasterast beşdarî vê şidetê bûn. Hanîn Zu’bî niha bi mirinê ve tê tehdît kirin, biryara dawî ya li ser rewşa wê ya mebûsî jî dê vê hefteyê bê dayîn.

Sevahîr Bayindir mebûsa Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ye. Bayindir ku yek ji mebûsên jin e, ku em bi zor û zahmet hewl didin ku hejmara wan zêde be, bû hedefa şideta nîjadperest û zayendperest. Di 4’ê pûşperê de Bayindir beşdarî Meşa Aşitiyê bû ku ew ji bo daxwaza rawestandina operasyonên li dijî gelê kurd û siyasetmedarên wê û mudexaleyên polîsan ên li zanîngehan ku şidetên wan roj bi roj zêde dibin, hatibû lidarxistin. Çaxa ku ji Sîlopiyê ber bi deriyê sînorê yê Habûrê ve dimeşiyan, dengê ku gelê sîvîl û mebûsên BDP’yê li dijî şideta dewletê bilind dikirin, dîsa xwestin ku bi şideta dewletê bibirin. Polîs bi gaza îsotan û ava tazyîkî mudaxelaya çalakiya aşitiyê kir. Hestiyê qorikê yê Sevahîr Bayindirê ku bi tesîra ava tazyîkî ketibû erdê, şikiya. Dema ku ji bo tedaviyê ew anîn Enqereyê, kesên ku wê pêşwaz kirin tenê hevalên wê yên ji partiyê û mebûsên kevn ên qedexekirî bûn. Meclîsa Miletê ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) li hemberî şideta dewletê ku li dijî gelê sîvîl û endameke wê ya jin hate bikaranîn, bêdeng ma û bû pişkdara wê şidetê. Serokwezîr, wezîr û mebûsên jin bêdeng man.      

 

Hanîn Zu'biya xwoşewîst, Sevahir Bayindira xwoşewîst,

Baweriya me ev e ku heger li welatekî em dê behsa demokrasiyê bikin, divê temsîl heqanî be. Ji ber vê yekê, em girîngî didin ku li Meclîsa Miletê ya Mezin a Tirkiyeyê kurd û li Knessetê ereb hebin û li her duyan jî jin hebin, hejmara wan zêde be û bikarin bi awayekê azad siyasetê bikin. Mixabin ev yek li Îsraîlê û li Tirkiyeyê ne gengaz e, ji vê yekê xerabtir, hûn, ku ligel hemû astengiyan bi ser ketin û li her duh welatan ketin meclisê, di derfeta ewil de dûçarî şideteke nîjadperest û zayendperest dimînin daku pêşî li we bibirin. Ligel ku ji ber sedama şideta sawnak ku Îsraîl li ser gelê fîlîstîn û dilxwazên sîvîl ên Filoya Azadiyê pêk anî, di asta serokwezîran de her duh welat devjenî dikin, li aliyê din mebûsên van her duh welatan di heman rojan de dûçarî bi şideteke bi heman rengî dimînin. Ev yek rê nîşanî me dike ku divê em li ser îtifaqa bêyom ya nîjadperestî û zayendperestiyê careke din bifikirin.          

 

Me dixwest ku em bikarin we her duyan jî wekî bîbikên çavên xwe biparêzin. Me dixwest ku em bikarin ji vê nameyê zêdetir hin tiştên din bikin da ku deng bidin dengê we yê ji bo aşitî û adaletê bilind dibin û da ku şideta ku hûn dûçar man hîn bêtir bê dîtin. Piştî şideta ku hûn dûçar man, ji ber ku me nekarî em van bikin, em fedî dikin. Em hêvî dikin ku bi vê nameyê hûn dê hîsbikin ku dengê we dengek vedaye, her çi qas ev dengvedan ne pir xurt be jî. Dîsa em hêvî dikin ku li dijî şideta dewletê ya nîjadperest û zayendperest, ev name bibe kakila piştgiriya jinan a sînoran derbas dike.